Agir berda kayê xwe da ber bayê. |
Agir xwese lêari jê çêdibe. |
|
|
Av bi bêjingê nayê civandin. |
Ava de seri; çi buhustek çi çar tili. |
|
|
Baran disekine ga bi cil dike. |
|
|
Bi desta berda bi linga bidû gerya. |
Bi dinyê bisêwir bi aqlê xwe bik. |
Bila avis be kengi dizê bila bizê. |
Bila cwangê rokê bim, ne çêleka sed roji bim. |
|
Behr bi devê kûçka heram nabe |
Bila dilê mi bi dil be bila tûrê kirasê mû li mi be. |
Bila hespê çê be bila bê nal be. |
Birindar bi birina xwe zane |
Bi xweziya dest nagihê baqê keziya. |
Carna mirov ji yarê diya xwere dibê yabo. |
Çavê derigirtiya li ê derivekiryaye. |
Çêlikê mara bê jahr nabin. |
Çira ji korare def ji kerare bêfêdeye. |
Çû dermanê mizê gû lê esiri. |
|
|
Deryê xerata bi bena girêdayiye. |
Deryê xwe bigir ciranê xwe siz dernex. |
Destê xebiti li ser zikê têre. |
Destkê bivir ne ji darê be dar nakeve. |
|
Dêhn ne dêhnin; ê ji wan bawer dikin dêhnin. |
Dê û dotê serkirin, bêaqila bawer kirin. |
Dibêjin tu li rê qede û bele li rê. |
Dikana Bekiro; du qalib sabûn û çar torbe xwê. |
Dilê sivên bixwaze kare ji nêri sir derxe. |
Dilê tirsonek sênga gewr nabine. |
Dinya guleke, bêhn bike û bide hevalê xwe. |
Dinya li dinyê; çavê gur li mihê. |
|
Dûjminê te gêrikek be ji disa hesabê xwe bike. |
|
Eger xêr bê welatekiwê bigihije hemi cihê welât. |
Erd birinc be, av rûn be, ku xwedi tunebe zû xelas dibe. |
|
Ez çi dibêjim bilûra mi çi dibêje. |
Ez hêdi dimesim bela dighê mi, ez zû dimesimez dighêm bela. |
|
Ê dizya hingiv bike wê mês pêvedin. |
Ê jinê berde li paniyê nanêre. |
|
Ê rabe cihê wi, ê bimre jina wi dimine. |
Ês hat Sam'ê, ecelhati mirin. |
Fala qereçiya lihev derdikeve. |
Feqir çûn xwe daliqinin ditin ku dewlemend li ba dibin. |
Galgala ket nav dev û dirana, wê bigere li bajar û saristana. |
Giha dibin kevirde namine. |
Gotna rast bi mirov ne xwes tê. |
Gul ew gul bû baran ji lê hat sil bû. |
|
Ha kevir li cer ket ha cer li kevir ket. |
Hechecikê silava li hecêk. |
Hemi çêlek tên dotin, hemi gotin nayên gotin. |
Hem ji dêrê bû hem ji ji mizgeftê. |
Hem serê xwe diskine hem ji xercê xwe dide. |
Here miletan, bigre adetan. |
Her giha li ser koka xwe sin tê. |
Her kezizerek simbêlsorek li himbere. |
Her tist ji ziravi mirov ji stûri diqete. |
Heta mi xwe naskir mal li xwe xelas kir. |
Heyfa ciwaniyê piri li pêye. |
|
Hingivê debeye di eyarê kâçikdaye. |
|
Ji hirçkê du eyar dernayê. |
|
Ji pira pir diçe ji hindika hindik. |
Ji rovi fenektir tune ji eyarê wi pirtir tune. |
Kanya ku tu avê jê vexwi kevra navêjyê. |
Karê ne ji mire bayê wê di ser mire. |
|
Keda helal dibe mû naqete, keda haram bibe weris ji diqete. |
Kerê miri ji gur natirse. |
|
Ku kela sorbê çû buhayê heskê pere nake. |
Kumê rasta tim qetyayiye. |
|
Ku te girt bermede ku te berda bi dû nekeve. |
Kûçik ji kê bitirse bi wi ali direye. |
Lê kaliyê lê koriyê; mirin çêtireji feqiriyê. |
Li bejnê neri bi zêra kirî, laçek rakir kertkê guri. |
Li kerê mirî digere ku nala jêke. |
Mala me li çoyê meye; çoyê me li ser milê meye. |
Malê axê diçe canê xulêm dêse. |
Malê çamêrki û xesiski wek hev dire. |
|
Mal mala teye lê bi alyê firaxa nere. |
Meger li newala nebin xeyala. |
Mêja Kurmanca ne ibadete, adete. |
Mêrê qels du cara ser dixwaze. |
Mirin mirine xirexir çiye? |
Miriska bigere wê lingê wê bi zelq be. |
Mirov bi carkê qûnek nabe. |
Mirov xwe bi destê xwe ne xurine xura mirov naskê. |
Nabêjin kê kir; dibêjin kê got. |
Nan û pivaz hebe nexwesi çavresiye. |
Navê gur derketiye; rovi dinya xera kir. |
Ne dujminê xeraba bin; dujminê xerabiyê bin. |
Ne fene, ev çi dar û bene? |
Ne xwar ne da hevala, geni kir avêt newala. |
Nivista bê tist, xwedyê xwe kust. |
Pisik ne li male misk Evdirrehman'e. |
|
Qantir nazê xwê sin nayê. |
Qedrê gulê çi zane; kelbes divê kerê res. |
Qûna wê qûna miriskêye hêkê qaza dike. |
Reng rengin, sor bi dengin. |
Rûyê res ne hewci teniyêye. |
Serê du berana di beroskêde nakela. |
Sê wêne dost hene: Nano, gano, cano. |
Simbêl bi pisika ji heye. |
|
Seb û sekir çûn Diyarbekir, sekir rûnist deng nekir, seb rabû pesnê xwe kir. |
Serê sibehê ji xêra êvarê çêtire. |
|
Sêr sêre; çi jine çi mêre. |
Sikefta sed pez heryê wê sed û yek pez ji heryê. |
|
|
Taji bi zorê nare nêçirê. |
Teyrê ku gost dixwun nikilxwarin. |
|
Tirsa gur ji baranê heba wê ji xwere kulavek çêkra. |
Tu bi hiriba tê li nav keri ba. |
Tu cehnemê nebini buhust bi te xwes nabe. |
Tu çi têxi kewarê wê ew bê xwarê. |
War ew ware lê bihar ne ew bihare. |
Wê ev hevira hin gelek avê hiline. |
|
|
Xwedê ji yekire xera bike diranê wi di pelûlê de diskê. |
Xwedyê xêra dibe evdalê ber dêra. |
Xwestek û kodik bi sûnde? |
Xilt çiqas axê bikole bi serê xwe dadike. |
Ya nare as ya ji dire asvan dikuje. |
Yarê diya mi yek ba minê bi dendikê bihiva bi xwedi bikra. |
Yek ta nabe du ta tê ranabe. |
Zikê zaroka tijeye lê zimanê wan nagere. |
Zimanê dirêj darkukê serê xwedyê xwe ye. |
|